Tirkiye: Li Deryaya Egeyê 116 koçber hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê ragihand ku li herdû bajarokên Karaburun û Seferihisar ser bi parêzgeha Îzmîrê ya li rojavayê Tirkiyê, 116 koçber hatine desteserkirin ku hewl didan derbasî Yunanê bibin.
Li gor daxuyaniya fermandariya navborî, roja 23ê Kanûna 2022ê, radara gerok a Fermandariya Grûpa Rojavayê Ewlekariya Peravên Tirkiyê, li peravên Karaburun û Seferihisar, sê belemên lastîkî dîtine ku koçber hilgirtibûn.
Hêzên Ewlekariya Peravan çûne û 116 koçber desteser kirine ku hewl didan derbasî Yunanê bibin.
Piştî temambûna karûbarên yasayî û pişkinîna pêwîst a tendirûstî, koçberên desteserkirî radestî Fermangeha Koç û Koçberan a Çeşmeyê hatin kirin.