Çîroka 3 ciwanên Sûrî ku li Îzmîrê hatin şewitandin: Malbatên qurbaniyan bo Rûdawê axivîn

24-12-2021
Omer Sonmez
Di 16ê Mijdara 2021an de, ev 3 ciwanên Sûrî li Îzmîrê di bûyerekê de ji aliyê tirkekî nijadperest ve hatine şewitandin.
Di 16ê Mijdara 2021an de, ev 3 ciwanên Sûrî li Îzmîrê di bûyerekê de ji aliyê tirkekî nijadperest ve hatine şewitandin.
Nîşan Îzmîr 3 Ciwanên Sûrî Koçberên Sûrî Penaberên Sûrî
A+ A-

Îzmîr (Rûdaw) - Karvedanên şewitandina 3 penaberên Sûrî bi benzînê li bajarê Îzmîra Tirkiyê, berdewam dikin. Pêşî sedema bûyerê wek şewitandina sobeya elektrikê hatibû destnîşankirin. Lê rastiya bûyerê ancax piştî 35 rojan bo malbat û raya giştî hatibû eşkerekirin. Lewra nîjadperestek Tirk cihê ku penaberên Sûrî lê diman bi benzînê şewitandibû. Malbatên qurbaniyan û parezerên dozê ji Rûdawê re axivîn û dan zanîn ku, ev komkujîyeke plankirî û nîjadperestiyê yê û divê rastiya bûyerê bi hemû hûrgiliyan ve bêne lêkolînkirin.

Beriya 40 rojan di 16ê Mijdara 2021an de ev her 3 ciwanên Sûrî her yek ji wan li bajarek cuda yê Tirkiyê bûn dema ku xebera nexweş gihiştibû wan. Ji wan re hatibû gotin ku birayên we di encama şewitandina sobeya elektrikê de canê xwe ji dest dane.

Gorên bê nav û bê kêlik ên du qurbaniyên penaberên Sûrî yên bi navê Ahmed Al-Alî (21), û Muhammed el-Biş (17) li navçeya Guzelbahçeya Îzmîrê ne. Ev her du qurbanî li gel hevalên xwe yên kar Memun al-Nabhan (23), ku ew jî li bajaroka Babê ya Sûruyê binaxkiriye re  di wê şewa reş de ji aliyê nîjadperestek Tirk ve dema ew di xew de bûn bi benzînê hatin şewitandin. Lê rastiya bûyerê ancax pişti 35 rojan di 21ê Kanûnê de eşkere bû.

Huseyîn Al-Ali, Birayê Ahmed Al-Ali ji Rûdawê re axivî û got, “Navê min Hisên El-Elî ye, birayê min Ehmed El-Elî yê 21 salî di 17ê meha 11an de li vir jiyana xwe ji dest da. Weke hûn dizanin li vir agirek pê ket û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Kesekî em agahdar nekirin, me ji kesekî Sûrî buyer bihîst. Li vir jiyan gelekî zehmet e, hema bêje em mirî ne. Ez ji dewletê û hemû rêxistinên têkildar dixwazim ku mafê me bistîne.”

Ehmed el-Biş, birayê Muhammed el-Biş jî bang li hikûmeta Tirkiyê, rêxistinên navdewletî û Netewên Yekbûyî dike ku destwerdanê bikin û dibêje, “Ez Ehmed El-Bêş im birayê min Mihemed El-Bêş yê 17 salî di 17ê meha 11an de jiyana xwe ji dest da. Em di serî de ji AK Partî û wezaretên hundurîn û derve, rêxistinên koçberan, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku destwerdanê bikin da ku buyerên bi vî rengî dubare nebin. Mixabin niha di encama hin kesên nijadperest de ev bûyer rû didin.”

Ehmed el-Nebhan-Birayê Memun el-Nabhan “Navê min Ehmed El-Nebhan e, birayê min Meamûn El-Nebhan yê 23 salî li vir jiyana xwe ji dest da. Kesekî ku bi wan re dixebitî em bi buyerê agahdar kirin. Em ji hikûmetê dixwazin edaletê pêk bîne û sûcdar bi cezaya herî giran darizîne û rê li ber nijadperestiyê bigire. Em hemû çi Tirk, Sûrî, Iraqî û Urdunî îslam in.”

Kujerê penaberên Sûrî bi navê Kemal K. piştî şewitandinê bi 10 rojan şûnde ji ber sedema birîndarkirina 2  welatiyên Tirkiyê tê girtin û lixwe mikûr tê ku wî bi plansazî cihê ku her 3 ciwanên Sûrî lê diman bi benzînê şewitandine.

Bi pêşengiya Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û 13 sazî û komeleyên mafên mirovan û penaberan di 22ê Kanûnê de bi daxuyaniyekê hevpar hat eşkerekirin ku bûyer ji ber sedemên nîjadperestîyê pêk hatiye û hêzên ewlekariya Tirkiyê bûyerê ji malbat û ji raya giştî veşartine. Piştî daxuyaniya saziyan û belavbûna nûçeyê di nav medyayê de midûriyeta ewlekarî û dozgeriya Îzmîrê dosyaya dozê ji nû ve dan destpêkirin.

Zafer Înce, Serokê Şaxa Îzmîrê ya Komeleya ÎHDê û parêzerê dozê ji Rûdawê re diyar kir, “Li gorî me di lêkolînkirina şewatê de rayedar û tîma agirkujiyê xemsarî kirine. Lewra kujer lixwe mikûr tê ku bi plankirî û hovane penaberan şewitandiye. Niha em hêj di destpêka dozê de ne. Ger hebe wê bi demê re hêzên li pişt wî û têkiliyên wî derkevin holê. Lê niha em dibînin ku hin têkiliyên kujer hene.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst