Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê kesekî bi navê Bahtiyar Aladag, ji malbata xwe 4 kes kuştin û paşê xwe kuşt.
Bahtiyar Aladag çû mala malbata xwe ya li Buyukçekmeceyê û bi dayîka xwe re nîqaş kir.
Aladag piştre gule berdan dayîka xwe Necmiye Aladag, bavê xwe Muhammet Aladag û xwişka xwe Buket Aladagê.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tendursitiyê her sê birîndar veguhastin nexweşxaneyê lê tevî hewldanên bijîşkî Necmiye Aladag û Muhammet Aladag mirin.
Hat zanîn ku rewşa Buket Aladagê jî dijwar e.
Bahtiyar Aladag ji cihê bûyerê reviya û paşê çû dikana zavê xwe ya li navçeya Avcilerê.
Aladag li wê derê jî gule berdan zavê xwe yê bi navê Gokhan Soylu û kesekî din ê bi navê Mehmet Salih Ozsokuk ê li dikanê.
Gokhan Soylu birîndar bû û Mehmet Salih Ozsokuk jî li nexweşxaneyê ji ber birîna xwe mir.
Bahtiyar Aladag her nesekinî û vê carê jî mirovê xwe yê bi navê Şadan Serdar Buke kuşt û paşê jî întihar kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse