Hevseroka DEM Partiyê: Eger heye tayînkirina qeyûman berdewam bike

24-11-2024
RÛDAW
Nîşan Tulay Hatîmogullari DEM Partî Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ragihand ku eger heye pêla tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên wan berdewam bike.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari îro li bajarê Enqereyê, beşdarî Kongreya Giştî ya Weqfa Çanda Anadoluyê ya Haci Bektaş Velî bû û  piştî kongreyê derbarê mijarên di rojevê de ne axivî.

Tulay Hatîmogullariyê ragihand ku eger heye hikûmeta Tirkiyeyê li ser pêngava xwe ya tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên wan berdewam be û got ku nîşaneyên vê yekê ji daxuyaniyên berdevkên hikûmetê û ji medyaya nêzîkî wê diyar dibin.

Hatîmogullariyê amaje bi wê yekê kir ku ji bilî daxuyaniyên Serokê MHPyê û daxuyaniyên di raya giştî de hatine belavkirin derbarê pêvajoya nû ti zanyarî  li ber destê wan nîne û got:

“Me banga xwe kiriye û em bi rêya we carek din bikin. Li vê derê kesê ku divê biaxive Serokkomar bixwe ye.”

“Tayînkirina qeyûman berdewam dike”

Derbarê tayînkirina qeyûm jî Hatîmogullari got:

“Tayînkirina qeyûman berdewam dike. Ez duh li Dêrsimê bûm. Li ser şaredariyên Dêrsim û Pilûrê qeyûm hatin tayînkirin. Dibe ku berdewamiya vê were.

Di çapemeniya nêzîkî hikumetê û di daxuyaniyên berdevkên hikumetê de jî amajeyên egera berdewamiya qeyûman hene.

Em bi berdewamî tekez dikin ku qeyûm li Tirkiyeyê darebeyeke siyasî ye. Li gel vê yekê ew tê wateya jisitandina mafê hilbijartinê yê dengder û welatiyan.

Em bi ti awayî vê yekê rast nabînin. Li aliyekê dê qaşo destê aştiyê dirêj bikin lê li aliyê din qeyûm bên tayînkirin. Em van bi ti awayî  rast nabînin.

We berî niha di pirsa xwe de got eger heye efûyeke giştî yan qismî bê. Ji bilî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPyê û daxuyaniyên bi raya giştî re hatine parvekirin ti agahiyên me nînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst