Serokê CHPyê: Meseleya qeyûman cezakirina gel e

24-11-2024
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Dêrsim Qeyûm DEM Partî CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel got, "Meseleya sereke ya tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên CHP û DEMê cezakirina gel e."

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel îro li bajarê Enqere yê Tirkiyeyê beşdarî Kongreya Giştî ya Weqfa Çanda Enedolê ya Haci Bektaş Velî bû û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê roja înê qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyê û şaredariya navçeya Pilûrê ya Dêrsîmê ya CHPyê kirin.

Li şûna Serokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak, parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu wekî qeyûm hat tayînkirin û li şûna Serokê Şaredariya Pilûrê Mustafa Sarigul jî qaymeqamê Pilûrê Huseyîn Şamîl wekî qeyûm hat tayînkirin.

Ozgur Ozel di axaftina xwe de nerazîbûn li hember danîna qeyûm ali ser şaredariyan nîşan da û got:

"Yên ku dema deng ji bo wan hatin dayîn îradeya milî dikin tac û dixin serê xwe, dema deng bi kesek din hatin dayîn, hesabê dipirsin û kesên deng dane ceza dikin.

Eger bibînin ku kesek mixalefet e, wî dixin girtîgehê lê di hilbijartinê de dengdana girtî ye û nabînin. Ji ber wê hemûyan bi hev re ceza dikin."

"Mesele cezakirina gel e"

Her wiha Ozel got, "Meseleya sereke ne ew e ku qeyûm li ser Esenyurtê an jî li Mêrdînê li şûna Ahmet Turk bê tayînkirin, meseleya sereke ya tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên CHP û DEMê cezakirina gel e.

Dibêje tu dê min hilbijêrî û ez take bijarte me. Eger tu ji min pê ve kesek din hilbijêrî ez dê mafê te ji te bistînim."

Serokê CHPyê ragihand ku partiya wî her tim li hemberî qeyûman nerazîbûn nîşan daye û wiha pê de çû:

"Me li Colemêrgê îtîrazî qeyûman kir. Me li Esenyurtê her aliyekî ku ji bo hevgirtinê hatibû red nekir û em bi hev re bûn.

Piştî wê di qeyûmên din de jî em li Mêrdînê li gel Ahmet Turk çûn ser otobusê û me ev yek şeremezar kir.

Ji ber ku mesele ev e, tişta ku tê kirin ne ji ber tawanekê ye. Jixwe eger wiha be dê hemû pêvajo temam bibe û dê encûmena şaredariyê kesekî nû hilbijêrê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst