Komkujiya kûçikan: 4 karmendên şaredariyê hatin desteserkirin

24-11-2023
RÛDAW
Nîşan Bîlecîk Kûçik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Vezîrhanê yê parêzgeha Bîlecîkê yê Tirkiyeyê, 14 kûçik li kêleka rê mirî hatine dîtin.

Di encama lêpirsîna cendirmeyan de, 4 xebatkarên şaredariyê hatin desteserkirin.

Li ser rêya Bîlecîk û Sakaryayê, li ser sînorê bajarokê Vezîrhanê 14 kûçikên mirî hatin dîtin.

Li ser agahdarkirinê, tîmên cendirmeyan çûn cihê bûyerê.

Piştî lêkolînan hat zanîn ku 14 kûçik mirine û 1 jî birîndar e.

Li ser bûyerê, cendirmeyan lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgerê Komarê yê Bîlecîkê têkildarî bûyerê daxuyanî da û ragihand ku 4 gumanbar hatine desteserkirin.

Gumanbar beytarên şaredariyê ne

Derket holê ku 4 gumanbarên hatine desteserkirin endamên Rêveberiya Karên Beytariyê yê Şaredariya Bîlecîkê ne.

Hemû kamerayên li ser rêya Vezîrhanê hatin lêkolînkirin.

Di dîmenan de derket holê ku wesayîta Navenda Vejandina Ajelan a Şaredariya Bilecîkê, 22yê Çiriya Paşînê çûye cihê, kûçik lê hatine dîtin û li wir demekê rawestiyaye.

Herwiha di dîmenên Navenda Vejandina Ajelan de jî derket holê ku kûçikan dixin nav wesayîtê.

Li ser dîmenên derketine holê, 4 gumanbarên ku li navenda Vejandina Ajelana Şaredariyê dixebitin hatin desteserkirin.

“Ti eleqeya me bi qetlîama kûçikan re nîne”

Serokatiya Şaredariya Vezîrhanê têkildarî bûyerê daxuyanî da û got:

“Em jî bi xemgînî bûn şahidê komkujiya ku li ser sînorê Vezîrhan û Bîlecîkê qewimiye.

Li ser medyaya civakî dîmenên li stargeha ajelan têne parvekirin. Stargeh a şaredariya me nîne. Ti eleqeya me bi komkujiya kûçikan re nîne.

Bi fermana Serdozgerê Komarê derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin. Em hêvî dikin ku tawanbar bêne girtin û cezakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst