Parlamenterê berê yê HDPyê hat girtin, ​77 salî ye

24-11-2023
RÛDAW
Nîşan Halîl Aksoy Tuncer Bakirhan Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê HDPyê yê Agiriyê Halîl Aksoyê 77 salî hate girtin.

Halîl Aksoyê ku cezayê girtîgehê lê hatibû birîn hat girtin û hêzên ewlehiyê ew bir Girtîgeha Metrîsê.

Ji ber nexweşiyên wî yên giran û tenduristiya wî ya xerab hat xwestin ku Aksoy bê berdan.

Derbarê girtina Aksoy de Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan li ser hesanê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

Parlamenterê me yê berê yê Agiriyê Halîl Aksoy ji ber cezayê ku lê hatiye birîn doh serê sibê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Metrîsê.

Yên ku ji bo çete û bikujan hiqûqê ditewînin wan diparêzin, bi hiqûqa dijminatiyê nêzikî siyasetmedar û mixalîfan dibin.

Em soz didin ku em dê vê bê edaletiyê û pergala kurmî biguherin.

Aksoyê 77 salî û pirsgirêkên wî yên cidî yên tenduristiyê hene, divê demildest bê berdan û cezayê wî bê paşxistin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst