Akar û Şoygu bi telefonê axivîn: Pêşhatên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku operasyoneke nû ya bejayî ya artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ye, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi Wezîrê Beravaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re peywendiyeke telefonî pêkanî. Hat ragihandin di civînê de pêşhatên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî hatine gotûbêjkirin û Hulusî Akar diyar kiriye ku ew dê li ser bersivdana her êrîşeke ji “Bakurê Sûriyê” berdewam bin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akara îro 24ê Mijdara 2022an bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Şoygu re peywendiyeke telefonî pêk anî.

Hatiye ragihandin ku di civînê de derbarê dirêjkirina peymana korîdora dexlûdan û pêşhatên dawî ên li  Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatine gotûbêjkirin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihandiye ku her du aliyan di civînê de li ser   rewşa dawî ya li Bakurê Sûriyê,  derbarê dirêjkirina peymana korîdora veguhastina dexlûdanê Ukraynayê û çend mijarên  din gotûbêj kirine.”

Medyaya Fermî ya Tirkiyê jî ragihandiye ku Wezîrê Berevaniya wî welatî di civînê de diyar kiriye ku ew “dê li ser bersivdayîna her êrîşeke ji Bakurê Sûriyê,  welatiyan û cihên sivîl dikin armanc, berdewam bin.”

Ev di demekê de ye berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova  di daxyaniya xwe de derbarê êrîşeke bejayî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de gotibû ku ev karê Tirkiyê dê aloziya li navçeyê zêdetir bike.

Mariya Zaharova gotibû, “Derbarê pirsa Sûriyê de em ligeê aliyê Tirk di peywendiyeke bihêz de ne û em ji nîgeraniyên Tirkiyê yên li dijî ewlehiya wê ya niştîmanî fehm dikin. Lê ligel vê pêkanîna operasyoneke bejayî li ser axa sûriyê dê li navçeyê aloziyan zêdetir bike û li navçeyê  bibe sedema kirdarên terorîstî.”