Fahrettîn Koca: Îsal 3 hezar û 194 pizîşkan dest ji kar berdane

24-11-2022
RÛDAW
Nîşan Fahrettîn Koca Koça Pizîşkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand, di sala 2022an de li seranserî Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 2 hezar û 239 pizîşkên pispor û 955 pizîşkên din dest ji karê xwe berdane.

Komîsyona Budçe û Planê Parlamentoya Tirkiyê ji bo gotûbêjên li ser budçeya sala 2023an a Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê îro Pêncşemê 24ê Mijdara 2022an civiya.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca derbarê wezareta xwe û saziyên bi wê ve girêdayî, zanyarî dan aliyên siyasî.

Fahrettîn Koca ragihand tevî ku li gor welatên OECDê hejmara karmendên tendirustî li Tirkiyê zêde dibin, lê hîn jî li beramber daxwaza zêde, di karmendên tendirustî de kêmasiya wan heye û got: “Em hejmara perestyarên xwe jî her ku diçe zêde dikin lê em di vî warî de li gor welatên OECDê li paş in.”

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê ragihand di sala 2022an de 2 hezar û 239 pizîşkên pispor û 955 pizîşkên bi giştî 3194  pizîşkan dest ji erkê xwe berdane.

Ev demeke koça pizîşkan ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rojevê de ye û pizîşk li wî welatî ji ber şert û mercên xirab ên karkirinê û mûçeyîn kêm li gor standartên cîhanê  dest ji erkê xwe berdidin û diçin welatên Ewropayê û welatên din ên cîhanê û li wir dest bi kar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst