Teqîna Stenbolê bandorên xirab li derûniya penaberên Sûrî kiriye

24-11-2022
Omer Sonmez
Teqîna Stenbolê bandorên xirab li derûniya penaberên Sûrî kiriye
Teqîna Stenbolê bandorên xirab li derûniya penaberên Sûrî kiriye
Nîşan Teqîna Stenbolê Penaberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karvedan û bandorên teqîna kolana Îstiklalê a Stenbolê berdewam dikin. Li gorî hikûmeta Tirkiyê, berpirsa teqîna Taksimê û kesên alîkarî dane wê ji Sûrî ne. Ji ber vê yekê, careke din li Tirkiyê navê penaberên Sûrî, bi bûyerên nexweş û terorî re hate têkildarkirin. Jixwe di demên dawî de penaberên Sûrî ji aliye hin partî û aliyên nîjadperest ve dihatin armanckirin. Ji loma jî piştî teqînê, penaberên Sûrî ji demên berê zêdetir ji ber pêşeroja xwe bi endîşe û fikar in. Penaberên Sûrî didin zanîn ew bi endişe ne ku hikûmet vê teqînê bike hincet û penaberan bo Sûriyê vegerîne. Her wiha penaber dibêjin, "Ev bûyereke terorî ye û eleqeya penaberan pê tune ye." Li aliyê din li gorî lêkolîneran, teqîna Stenbolê bandorên xirab daye ser derûniya penaberên Sûrî.

10 roj li ser teqîna kolana Îstiklalê ya Stenbolê ku di 13 Mijdarê di teqînê de 6 kes hatibûn kuştin û 81 kes birîndar bûbûn, derbas bû û li wî kolanî jiyan dîsa wek berê bi asayî berdewam dike. Lê li Stenbolê li hin navçe û deverên ku penaberên Sûrî zêdetir lê dijîn û dixebitin (wek navçeyên Fatih û Esenyurt) jiyan wek berê bi asayî berdewam bike jî, ew ji demên berê zêdetir ji ber pêşeroja xwe bi endîşe û fikar in.

Ev penaberekî Sûrî ye ku 10 sal in li bajarê Stenbolê niştecih e û di tekstîlekê de bi mûçeya herî kêm dixebite lê ew ji ber sedemên ewlehiyê naxwaze rûyê xwe û nasnameya xwe eşkere bike.

Penaberê Sûrî got, “Di nav hemû gelan de merivên baş û nebaş hene, terorîst jî derdikevin. Lê eleqeya vê teqînê bi penaberên Sûrî ra nîne. Helbet kesên sûcdar divê bên vegerandin û cizakirin. Lê kesên bêguneh çawa vegerin Sûriyê? Lewra şer heye û ewlehî pêk nehatiye hêj.”

Li gorî Hikûmeta Tirkiyê, berpirsa teqîna Taksîmê û kesên alîkarî dane wê ji Sûrî ne. Loma jî careke din navê penaberên Sûrî, bi bûyerên nexweş û terorî re hate têkildarkirin. Ev yek jî bû sedema nîqaşkirina politikayên hikûmetê yên derbarê penaberan de, bi taybetî jî ewlehiya sînor.

Penaberê Sûrî Emîr got, “Bê guman li vê derê xelk kar dike, rewşa asayî dike, li jiyaneke baştir digere ku bi rûmet bijî û debara jiyana xwe bike. Ji xwe ev e daxwaza penaberên Sûrî.”

Li gorî rêveberê Navenda Lêkolînan a Ramanê Bedir Mela Reşîd, ku ew bi xwe jî penaberekî ji Qamişlo ye û bi salan e li ser penaberên Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê dixebite; teqîna Stenbolê bandorên xirab daye ser psîkolojiya penaberan.

Rêveberê Navenda Lêkolînan a Ramanê Bedir Mela Reşîd anî ziman, “Dema teqînek çêdibe û bi miletek ve tê girêdan an kesên kiriye ji wî miletî bin bivê nevê ew milet tê ber çavan. Belkî xelkê din jî bê tawanbarkirin. Niha meseleya teqîna Stenbolê meseleyeke terorî ye û karekî pîs e. Ji loma jî mixalefeta li Tirkiyê jî vê teqînê nikare li dijî penaber û hikûmetê bikar bîne. Nexwe dema ev mijar li dijî penaberan bê bikaranîn wê deme ihtimal heye ku rewşeke gelekî xiranb li nav Tirkiyê çêbibe.”

Li gorî Serokatiya îdareya Koçberan a Tirkiyê, ji meha Cotmeha 2022an û pê ve hejmara penaberên Sûrî ku li Tirkiyê di statuya parastina demkî de ne, 3 milyon û 622 hezar û 486 kes e. Her wiha li gorî Wezareta Navxweyî, 526 hezar û 932 Sûrî jî vegeriyane welatê xwe û ji sala 2016an û vir ve jî ji ber pirsgirêkên asayîşê derdora 20 hezar penaber bo Sûriyê hatine dersînorkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst