Pêşniyarnameya HDPê ya li ser teqîna Stenbolê hat redkirin

24-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyarnameya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya derbarê lêkolîna teqîna li Stenbolê de, li Parlamentoya Tirkiyê bi piraniya dengên partiyên destilatê AK Partî û MHPê hat red kirin.

HDPê duh 23ê Mijdara 2022ê pêşniyarnameyeke lêkolînê li ser teqîna Stenbolê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir, lê Serokwekîla Firaksiyona HDPê Meral Daniş Beştaş  li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ew pêşniyara wan bi piraniya dengên Partiyên desthilatê AKP û MHPê hatiye red kirin.

Beştaş dibêje: “Me ji bo lêkolînkirina êrîşa Taksîmê pêşniyara lêkolînê da. Lê AKPê û MHPê red kir.

 Roja 13ê Mijdara 2022ê li caddeya herî qelabalix a navçeya Taksîmê ya Îstîklal a li bajarê Stenobolê teqînek çêbû û di encam de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bibûn.

Herçiqas hikûmeta Tirkiyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi pêkanîna teqîna Stenbolê tohmetbar dike û bi vê hincetê Roja 20ê Mijdara 2022ê operasyonek bo ser Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin,  lê HSD red dike ku ti peywendiya wan bi teqînê ve hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst