Di navbera Tirkiye û Îmaratê de 10 peyman hatin îmzakirin

24-11-2021
RÛDAW
Nîşan Îmarat Tirkiye Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Tirkiye û Îmaratê de di warên enerjî, jîngeh, fînans û bazirganiyê de 10 peyman hatin îmzakirin.

Li Kulliyeya Serokomariyê piştî civîna dualî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Şazadeyê Cihnişînê Îmaratê Mihemed Bin Zayid El Nehyan û civîna di navbera şandan de, merasima îmzayê ya peymana herdu welatan hat lidarxistin.

Di navbera Tirkiye û Îmaratê de peyamana di warê spîkirina pereyê reş û rêgiriya Fînansmana terorîzmê de ji bo veguhazîna agahiyên darayî, ji aliyê Serokê Lijneya Lêkolîna Sucên Darayî ya Wezareta Xezîne û Darayiyê Hayrettîn Kurt û Serokê Yekeya Îstixbarata Darayî ya Banka Navendî ya Îmaratê Elî Feysel Beloî ve hat îmzakirin.

Peymana di navbera Şirketa Lîmanê ya Ebû Debiyê û Fona Samanê ya Tirkiyê de ji aliyê Rêveberê Giştî yê Fona Samanê ya Tirkiyê Arda Ermut û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Şirketa Lîmanê ya Ebû Debiyê Mihemed El Şemsî ve hat îmzakirin.

Peyamanaa di navbera Holdînga Geşepêdanê ya Ebû Debiyê (ADQ) û Fona Samanê ya Tirkiyê de jî ji aliyê Rêveberê Giştî yê Fona Samanê ya Tirkiyê Arda Ermut û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Holdînga Geşepêdanê ya Ebû Debiyê Muhmed Hesen Al Suweydî ve hat îmzakirin.

Herwiha bi heman şêweyî Rêveberê Giştî yê Fona Samanê ya Tirkiyê Ermut û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Holdînga Geşepêdanê ya Ebû Debiyê Al Suweydî îmza avêtin bin Peymana di navbera Holdînga Geşepêdanê ya Ebû Debiyê (ADQ) û Fona Samanê ya Tirkiyê de ya ji bo hevkariyê.

Peymana di navbera Holdînga Geşepêdanê ya Ebû Debiyê (ADQ) û Ofîsa Veberhênanê ya Serokomariyê ji aliyê Serokê Ofîsa Veberhênanê ya Serokomariyê Ahmet Burak Daglioglu û  Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Holdînga Geşepêdanê ya Ebû Debiyê Al Suweydî hat îmzakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst