Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 12 hezar karmendên tendirûstiyê têne damezrandin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendurustiya Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku ew dê 12 hezar karmendên tendurustiyê damezirînin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Tendurustiya Tirkiyê Fahrettin Koca, dê 7 hezar nexweşnêr, 1700 perestar, 2 hezar û 864 teknîsyenên tendurustî bêne damezirandin.

Fahrettin Koca herwiha diyar kir ku dê psikolog, karmendên civakî, biyolog, odyolog, geşekarê zarokan, diyetîsyen, fizyoterapist, terapîstê ziman û axaftinê, perfüzyonist jî bêne damezirandin.

Wezîrê Tendurustiya Tirkiyê dibêje, dê ev damezirandin ji aliyê navenda OSYM ve bê hevpeyvîn werin damezirandin. 

Tê gotin ku piştî amadekariyên pêwîst dê beşê bijardeyan li ser malpera OSYMê bê belavkirin û berendam bikaribin ji xwe re beşekî hilbijêrin û serî lê bidin.