Bulent Arinç dest ji kar berda

24-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Şêwirmendî ya Bilind a Serokomariya Tirkiyê Bulent Arinç dest ji kar berda. Di van rojên dawiyê de, li ser mijara girtina Demirtaş û egera azadkirina wî de, nakokî ketibû navbera Arinç û Erdogan.

Endamê Komîteya Şêwirmendî ya Bilind a Serokomariya Tirkiyê Bulent Arinç li ser Twîtterê daxuyaniya xwe ya destjikarbendanê belav kir.

Bulent Arinç diyar kir ku gotinên wî yên derbarê hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demîrtaş û karsaz Kavala de ku niha herdu jî di girtîgehê de ne hatine berevajokirin û bûne cihê gengeşeyan.

Arinç destnîşan kir ku nameya desrjikarberdana xwe pêşkeşî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye û wî jî pejirandiye.

Herwiha Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê piştrast kir ku Bulent Arinç îstîfaya xwe pêşkêşî Erdogan kiriye û Erdogan jî îstîfayê qebûl kiriye.

Pêştir Bulent Arinç ku yek ji damezrînerên AK Partiyê ye di dema beşdariya xwe ya di bernameyeke televîzyonî de, behsa dosya derbarê Demîrtaş û Kaval de kiribû û gotibû divê bêne berdan.

Derbarê pirsa Kurd de jî Arinç gotibû, “Yek ji mezlûmên vî welatî Kurd in. Bûyerên sala 1980an li Zindana Amedê, paşê divê em hemû ji çîrokên “Devran” bixwînin. Di proseya çareseriyê de hinek kes hatibûn berdan. Dibe ev jî bê berdan. Divê dadgeh, dadger azadîxwaz bifikirin.”

Erdogan li ser gotinên Bulent Arinç ên derbarê Kavala û Demîrtaş de axivîbû û gotibû, ew gotinên wî yên şexsî ne û nabe bi “Serokomar, hikûmet û partiya me bên têkildarkirin” û gotibû, “Em ti caran bi kesên wek Kavala re li gel hev nabin” û amaje bi bûyerên Kobaniyê yên sala 2014an kir û diyar kir, “Em Kobaniyê jibîr nakin!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst