Zanyariyên herî dawî yên derbarê tifaqên bo hilbijartinên şaredariyan de

24-11-2018
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Parlementerekî HDPê jî dibêje ji bo Kurdan ti xêr di CHPê de nîne
Parlementerekî HDPê jî dibêje ji bo Kurdan ti xêr di CHPê de nîne
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Tirkiye Bakurê Kurdistanê CHP MHP AK Partî HDP
A+ A-

Enqere (Rûdaw) -  AK Partî navê beşek berbijêrên xwe ji bo helbijartinên heremî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê aşkere kirin ku biryar e di vê helbijartinê de MHP jî li bajarê Stenbol, Enqere û Îzmîrê piştgiriya AK Partiyê bike.

 

Her çend bereya desthilatê li Tirkiyê tifaqa xwe ava kiribe jî lê bereya oposizyonê heta niha jî negehiştiye çi rêkevtinan, parlementerekî HDPê jî dibêje ji bo Kurdan ti xêr di CHPê de nîne. 


Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan navê nêzikî 40 berbijêrên partiya xwe ji bo helbijartinên şaredariyê ragehand ku di nav de berbijêrên bajarên Kurdan Êlih, Amed û Colemêrgê jî hene. CHP û MHPê jî beşek berjijêrên xwe eşkere kiribûn û li aliyê din bi taybetî nîqaşên li ser egera tifaqa di navbera HDP û CHPê de û dirûstkirina bereyekî oposizyonî di rojevê de ye.


Derbarê vê mijarê de Parlementerê CHPê yê Konyayê Abdullatîf Şener ji Rûdawê re wiha got: “CHP partiya sereke ya oposizyonê ye û hemû aliyên li dijî desthilatê xwedî helwest in xwe didin ber sîwana CHPê, CHP jî di hemû helbijartinan de hesaba dengan dike û li ser formîlên cuda cuda disekine. Di rewşa heyî de; tifaqa CHP bi ÎYÎ Partiyê tena serê xwe re têra CHPê nake, Seadet tenê têra CHPê nake û HDP jî tenê têra CHPê nake.”


HDP jî amadekariyên xwe ji bo helbijartinan û aşkerekirine kandîdên xwe dike. Nusret Maçîn ku weke endamê Partiya Kominîst a Kurdistanê di encama tifaqekê de li ser lîsteya HDPê bibû parlementer, naxwaze ku partiya wî bi çi partiyên Tirkiyê re bikeve nav tifaqekê.


Parlementerê HDPê yê Rihayê Nusret Maçîn wiha axifî: “Bi ya min lazim e em bi çi partiyên pergalê re tifaqa çênekin, ji bo ya girîng ew e ku em bi aliyên Kurdistanî re tifaqa çêkin ji bo me ya baş ew e. Eger em Kurd bikarin di nava xwe de tifaqekê bikin dîrok dê wê yekê binîvise.”


Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu heta niha  bi Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener re li ser mijara tifaqan hevdîtinek kiriye û biryar e ku Kiliçdaroglu seredana Partiya Saadetê jî bike, lê heta niha di asta partiyan de  çi hevdîtin di navbera CHPê û HDPê de çênebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst