Karvedanên biryara dadgeha Mafê Mirovan a derbarê Demîrtaş de berdewam in

Enqere (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê li ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bertek û nerazîbûn nîşan da û HDP jî berdewam bi çalakiyan daxwaz dike  ku ev biryar were bicihkirin.

 

Nîqaşên di derbarê paşeroja siyasî ya Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demîrtaş de jî berdewam in. Tê gotin ku eger Demirtaş were azadkirin jî dê bi biryareke dadgehê rêyên wî yên siyasî bên girtin.

 

Karvedanên biryara dadgeha Mafê Mirovan a di derbarê serbestberdana Demirtaş de berdewam in. Piştî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Dadê û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê jî li dijî biryara dadgehê helwesta xwe nîşan da. HDPê jî ji bo cihkirina biryarê daxwazê ji hikumetê dike û bi vê armancê çalakiyan encam pêk tîne.


Derbarê vê yekê de Parlementera HDPê Fîlîz Kerestecîoglu ji Rûdawê re wiha got: “Piştî helbijartinên 7ê Hêzîranê dixwazin pêşiya Demirtaş bigirin. Beriya 7ê Hezîranê heta niha jî dixwazin pêşiya HDPê jî bigrin.”


Li Tirkiyê piştî biryara dadgehê herî zêde pirsa wê yekê tê kirin, gelo Tirkiye biryara dadgehê bicih neke dê encam çi bin?


Bersiva vê pirsê Endamê Baroya Enqerê Yusuf Dere da û got: “Dema bicih neke,  dewlet ne tenê yasa û biryarên newdewletî heman demê  yasayên xwe jî binpê dike û di rewşeke wiha de jî Tirkiye dê rûbirûyî qerebûyê bibe.”


Parêzerekî Demirtaş jî dibêje mafê Tirkiyê heye ku biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê bibe Daîreya Mezin a Dadgehê û daxwaza helweşandinê bike.


Parêzer Yusuf Alataş  wiha got: “Li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê Daîre ya duyemîn di derbarê Tirkiyê de biryaran dide, lê ji bilî vê daîrê , Daîreya Mezin heye,  Tirkiye dikare ji bo vê biryarê serî li Daîreya Mezin bide ku mafekî wisa yê Tirkiyê heye.”


Proseya dadgehkirina Demirtaş li 19emîn Dadgeha Cezayê giran ya Sîncanê bi rêve diçe û biryar e 11 û 12ê meha peşiya me daniştineke din a vê dozê were kirin.