Erdogan: Min ji Esed re digot, çima nasname nadî Kurdan?

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, derbarê egera nêzîkbûna Enqere û Şamê de ragihand: “Deriyê siyasetê heta kêliya dawîn vekirî ne.”

 

Serokomarê Tirkiyê Erdogan piştî serdana Soçî ya Rûsyayê bersiv da pirsên rojnamevanan û ragihand, ku di hevdîtina Soçiyê de li gel Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li ser Kongreya Diyaloga Nîştîmanî ya Sûriyê gotûbêj kirine.

 

Erdogan da zanîn, ku dê Tirkiye, Îran û Rûsya biryarê bidin ka dê kîjan alî beşdarî vê kongreyê bibin û tekez kir, ku derbarê beşdarbûna PYD û YPGê de biryara wan zelal e, ew qebûl nakin ev hêz di civînê de hebin.

 

Li ser pirsekî derbarê hevdîtina Vladîmîr Pûtîn û Serokê Sûriyê Beşar Esed de, Erdogan ragihand: “Pûtîn derbarê vê hevdîtinê de hinek agahî dane me. Weke mînak got, ku Esed jî naxwaze PYD-YPG tevlî civînê bibin. Ne pir ecêb e, weke Tirkiye, ti pirsgirêkeke me bi birayên me yên kurd re nîne. Rêveberiya Sûriyê berî hebûna Kurdan jî qebûl nedikir. Mafê hemwelatîbûnê nedida Kurdan. Wê demê min ji wî re digot; tu çima nasname û pasaportê nadî wan? Ew hemwelatiyê te ne.

 

Derbarê pirsa Efrînê de Erdogan tekez kir, ku di civîna Soçiyê de wî helwesta Îran û Rûsyayê ya li ser Efrînê dîtine û diyar kir, ku helwesta wan a di vê mijarê de nehatiye guhertin, ji bo li Efrînê jî xalên kontrolê werin danîn dê kar were kirin.

 

Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê yekê kir, ku li hember PYD-YPG ew ne li hêviya alîkariya leşkerî ya Îran û Rûsyayê ne lê tenê dixwazin di warê dîplomatîk de li dijî Tirkiyê nebin.

 

Derbarê egera nêzîkbûna Enqere û Şamê de jî Recep Tayyip Erdogan got: “Sibe dê çi bibe ev bi bûyerên îro ve girêdayî ye. Ez ji niha ve nabêjim tişteke wiha nabe. Deriyên siyasetê heta kêliyên dawîn jî vekirîne.”