Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê êrişa li Enqereyê got, "Ti projeya bixwîn a xayînan dê nikaribe li ber yekîtî û biratiya me raweste."
Li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, di êrişê 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya 2 kesên ku êriş encam daye jî hatine kuştin.
Serokê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) Devlet Bahçelî derbarê êrişê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxwiyaniyek da.
"Dê encamê wernegirin"
Bahçelî di peyama xwe de êriş şermezar kir û got:
"Hesabên xayîn û neyaran dê bi ser nekevin. Ti projeya bixwîn a xayînan dê nikaribe li ber yekîtî û biratiya me raweste.
Yên ku qatilên kirêgirtî bi kar tînin û terorê wekî amûrekê tarî bi kar tînin, dê encamê negirin û dê nikaribin biryardariya me ya ji bo xebatê bişkînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse