Erdogan û Putin rewşa Xezeyê gotûbêj kir

24-10-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Vladimir Putin Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi telefonê axivîn û rewşa Xezeyê gotubêj kirin.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê li ser axavtina Erdogan û Putin a bi rêya telefonê daxuyaniyek belav kir.

Di wê axaftina telefonî de Erdogan û Putin şerê di navbera Îsraîl û Hemasê û krîza mirovî ya ku li navçeyê çêbûyê gotubêj kirine.

Li gorî daxuyaniyê Erdogan di vê axaftina xwe de gotiye “Wehşeta li ser axa Filistînê her ku diçe kûrtir dibe, mirina sivîlan di nava deqeyê de zêde dibe.

Bêdengiya dewletên rojava bûye sedema wê yekê ku êdî li Xezeyê pêşî li krîza mirovî nayê girtin.”

Erdogan herwiha got “Em wekî Tirkiyeyê ji bo aramkirina rewşê ji her hewildanekê re amade ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst