Di doza zewicandina keça 6 salî de biryar hate dayîn

Stenbol (Rûdaw) - Doza “zewicandina” keça 6 salî ya bi navê H.K.G ku li Tirkiyeyê bûbû sedema bertek û nerazîbûnan bi dawî hat.

Heftemîn rûniştina doza “zewicandina” keça 6 salî, li Dadgeha Anadoluyê ya navçeya Kartalê ya Stenbolê bi rê ve çû.

Dadgehê, ji bo Kadir Îstekli ji ber “li dû hev îstismarkirina cinsî ya ser zarokê” 30 sal, bavê keçikê 20 sal, ji bo dayika keçikê jî 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê da.

“Ev biryar wê wêrekiyê bide mexdûrên din jî ku karibin biaxivin”

Saadet Ozkan-Seroka Komeleya UCIMê got, “Îro me hemû bi hev re biryara edaleta bilind dît.

Bêguman ev biryar wê wêrekiyê bide mexdûrên din jî ku karibin biaxivin.

Ji loma jî ev mînakeke girîng bû. Ji ber vê yeke jixwe ciza di asta herî bilind de hatin dayîn.”

Di dozê de bavê keçikê Yusuf Ziya Gumuşel û kesê pê re zewicî Kadir Îstekli bi girtî dihatin darizandin.

Dayika keçikê Fatima Gumuşel jî bêyî girtî dihat darizandin. Biryara girtina dayika keçikê hat dayîn.

“Ji bo pêşî li îstîsmaran bê girtin girîng, ev biryareke adil e”

Parêzer û Endama Rêveberiya KADEMê Işil Îlgîn Oktayê wiha anî ziman:

“Li gorî me ev biryareke adil e û ji bo pêşî li îstîsmaran bê girtin girîng.

Em wekî KADEMê, di her qadê de li dijî tund û tûjiya jinan têdikoşin.

Bi taybetî jî em dê di dozên wiha de, bi awayekî çalak têkoşîna xwe didomînin.”

Li pêşiya dadgehê hejmarek sazî û rêxistinên jinan ji bo piştgiriya keçika mexdûr amade bûn.

Rêxistinên jinan didin zanîn ku di encama têkoşîna wan de kesên berpirsyar hatin cizakirin.

“Divê kesên xwedî berpirsyar in û xemsariyê kirine jî bêne darizandin”

Berdevka Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin Fidan Ataselimê wiha axivî:

“Ev biryareke girîng û erênî ye. Lewra ji bo tu kes meqam, post û bîreweriya xwe ya olî û fikrî; ji bo veşartina îstismarê nexe hincet bû nimûneyeke. Lê helbet ev biryar ne bes e.

Lewra divê bes dayik, bav û kesê pê re zewicî na, kesên xwedî berpirsyar in û xemsariyê kirine jî bêne darizandin.”

Çi bûbû?

Mexdûra bi navê H.K.G. bi zora bavê xwe, di sala 2002yan de di 6 saliya xwe de bi mirîdê bavê xwe Kadir Îstekli yê 29 salî re bi mehra dînî hatibû “zewicandin.”

Bavê wê Yusuf Ziya Gumuşel yek ji damezrînerên Weqfa Hîranurê ye ku ser bi Cemaeta Îsmaîlaga ye.

Ji loma jî ev doz ji aliye civak û medyaya Tirkiyeyê ve ji nêz ve dihat şopandin.