Li Aksarayê qeza: 2 mirî, 15 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Aksarayê yê Tirkiyeyê minîbûsa karkeran û kamyonetek li hev qelibîn.

Di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.

Bûyerê îro li ser rêya Aksaray-Enqereyê rû da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Aksarayê.