Li Qeyseriyê otobusa Mûşê wergeriya: 38 birîndar

24-10-2023
Nîşan Qeyserî Qeza Otobus Mûş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pinarbaşiyê ya parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê, şeva borî otobusa rêwiyan wergeriya.

 Di encama vê qezayê de 38 kes birîndar bûn.

Ev otobus ji parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê diçû parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên parastina sivîlan camên otobusê şikandin û rêwiyên ku di otobusê asê mabûn derxistin.

Tîmên tenduristiyê 38 birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Qeyseriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst