KAMU-IŞ: Sînorê hejariyê li Tirkiyê gihîştiye 24 hezar û 513 lîreyan

24-10-2022
RÛDAW
Nîşan KAMU-IŞ Hejarî Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Hevgirtî ya KAMU-ÎŞê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di Cotmeha îsal de bo malbateke çar kesî sînorê birçîbûnê 8 hezar û 223 lîre û sînorê hejariyê jî derketiye 24 hezar û 513 lîreyan. KAMU-ÎŞê  encamên “Lêkolîna Enflasyona Gel” yên Cotmeha 2022ê belav kirin.

Li gor encamên “Lêkolîna Enflasyona Gel” a KAMU-ARê ku girêdayî Konfederasyona Hevgirtî KAMU-ÎŞê ye di meha Cotmehê de li gor meha borî sînorê birçîbûnê 556 lîre zêde bûye û xerciyên derveyê xwarinê jî bi zêdebûna hezar û 580 lîreyan derketiye 16 hezar û 290 lîreyan.

Her wiha sînorê hejariyê jî li gor meha borî 2 hezar û 136 lîre zêde bûye. Li gor lêkolînê ji bo malbateke 4 kesî weke mirovekî bêyî ku ji tiştekî nemîne bijî cixare û alkol ne di nav de sînorê hejariyê bi zêdebûna 629 lîreyan derketiye 22 hezar û 377 lîreyan.

Berî çend rojan Navenda Lêkolînan a Sendîkaya Metal-Îşê (BÎSAM) ku her meh encamên birçîbûn û hejariyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê belav dike gotibû sînorê birçîbûnê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gehiştiye 7 hezar û 300 lîreyan, sînorê hejariyê jî gehiştiye 25 hezar û 252 lîreyan. Xerciya rojane jî gehştiye 243 lîreyan.

Li gor amarên TUIKê yên Îlona 2022ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya enflasyona mehane %3.08 û ya salane jî %83.45 e. Lê li gor amaran ENAGê ku saziyeke serbixwe ye di Îlona îsal de rêjeya enflasyonê derketiye %186.27an.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst