Bozdag: Maddeya hîcabê ya Destûrê tê guhertin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand ku bi armanca çareserkirina pirsgirêka hîcabê dê Maddeya 24emîn a Destûrê bê guhertin.

Piştî ku Partiya Gel a Komarî (CHP) pêşniyarnameya hîcabê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir, AK Partiê jî bi fermana Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dest bi kar û xebatên guhertina destûrê kiribû.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag derbarê xebatên partiya xwe de got: “Biryar hat dayîn ku ji bo hîcabê maddeyeke tenê ya destûrê bê guhertin. Pêşniyarnameya ku CHPê pêşkêşî Parlamentoyê kiriye di bingeha xwe de pirsgirêkê ji nû ve çê dike. Sektora taybet û qadên din li xwe nagire. Tenê wan jinên ku pîşeyekê di karên hikûmî de dikin li xwe digre. Ev sererastkirin dema ku nêrîna qedexekar bê ser desthilatê, pirsgirêkeke ku nîne dike pirsgirêkeke ku bingeha wê ya yasayî heye.”

Bozdag herwiha dibêje: “Dema Kilicdaroglu pêşniyarname da Parlamentoyê, Serokkomarê me got; `pirsgirêkeke wiha nîne û li beramber wan pêşniyarek kir. Me dest bi xebatê kir. Em destpêkê bi siyasetmedaran û piştre bi profesorên hiqûqa destûrê re hatin ba hev. Piştre min di kabîneyê de pêşkêş kir. Piştî hevdîtinan me biryar da ku em maddeyeke tenê biguherin. Maddeya 24emîn. Ev sererastkirin tenê ne ji bo jinên ku serê xwe digrin, dê mafê jinên servekirî jî biparêze.”