Metropoll: Ferqa di navbera Erdogan û Kilicdaroglu de %1 e

24-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor kompanya rapirsiyê Metropollê, di gera duyem a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê de rêjeya dengên Recep Tayyip Erdogan %44,9 û rêjeya dengên Kemal Kilicdaroglu %43,9 e.

Kompanya Metropollê, encamên rapirsiya Îlona 2022an li ser egera hevrikiya Erdogan û Kilicdaroglu eşkere kir.

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan pirsa “Hûn dê di gera duyem de dengê xwe bidin Erdogan an Kilicdaroglu?” hatiye pirsîn. Li gor encaman ferqa di navbera dengên Erdogan û Kilicdaroglu de %1 e.

Ji %44,9ê beşdarvanan gotine “em ê dengê xwe bidin Erdogan” û %43,9ê beşdarvanan jî gotine “em ê dengê xwe bidin Kilicdaroglu.”

Rêveberê Metropollê Ozer Sencar, li ser hesabê xwe yê sosyal medyayê encamên gera yekem a bi berbijêriya Erdogan, Şaredarê Enqerê Mansur Yavaş û berbijêrê HDPê parve kirin. Li gor rapirsiya Metropollê di gera yekem de Erdogan %42,1, Mansur Yavaş %35 û berbijêrê HDPê jî %14,7ê dengan werdigre.

Eger hilbijartineke pêşwext nebe, dê hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê di Hezîrana 2023an de bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst