Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro bi serokatiya Erdogan dicive

24-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro piştî nîvro demjimêr 15:00 bi serokatiya serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan dicive.

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê, îro Duşembê 24ê Cotmeha 2022an bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Enqerê kom dibe. Di rojeva kabîneya hikûmeta Tirkiyê de rewşa aborî û siyaseta hundir û derve ya Tirkiyê heye.

Di civîna kabîneya hikûmeta Tirkiyê de dê rewşa aborî û tedbîrên li dijî enflasyonê, siyaseta hundir û derve ya Tirkiyê, aloziyên ligel Yunanîstanê û operasyonên serbazî bên nirxandin û

Herwiha tê çaverêkirin di civîna kabîneyê de guhertinên ku dê destûrê de bên kirin jî werin nirxandin.

Erdogan dê piştî civîna kabîneyê konferanseke rojnamevaniyê saz bike û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst