HATAY - Avahiya ku di erdhejê de zerer dîtibû hilweşiya: Miriyek, 3 birîndar

24-09-2023
Nîşan Hatay Avahî Erdhej Hilweşîn Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hatayê yê Tirkiyeyê avahiya ku di erdhejên 6ê Sibatê de zerereke zêde dîtibû di dema karên hilweşandinê de bi ser karkeran de hilweşiya.

Di bûyerê de operatorekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li taxa Odabaşiyê ya navçeya Antakyayê ya Hatayê avahiyeke 8 qatî di dema karûbarên hilweşandinê de ji ber wernegirtina tedbîrên pêwîst bi ser makîneyeke kar û çend kesan de hilweşiya.

Operator tevlî makîneya kar di bin kavilên avahiya hilweşiyayî de ma.

Li ser agahdarkirinê Tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) çûn cihê bûyerê û termê wî operatorî ji bin kavilên avahiyê hat derxistin.

Tîman termê wî operatorî bir beşa miriyan a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hatayê.

Heta niha jî navî wî operatorî eşkere nebûye.

Di bûyerê de herwiha 3 kesên din jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê her sê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Erdhejên 6ê Sibatê

Erdhejên 6ê Sibatê ku navenda wan parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bû zerer gihand 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 3 parêzgehên Tirkiyeyê.

Di wan erdhejan de zêdeyî 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Li wan 11 parêzgehan bi giştî 203 hezar û 958 avahî hilweşiyan an zerereke zêde giha wan.

Ev 203 hezar û 958 avahiyên ku hilweşiyan ji 583 hezar û 628 daîreyan pêk dihatin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst