Li Konyayê bi hinceta Cemaeta Gulen 5 kes hatin desteserkirin

24-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Konya, Enqere, Bursa, Mereş û Kutahyayê yên Tirkiyê, bi hinceta “endamtiya Cemaeta Gulen” 5 kes hatin desteserkirin.

Tîmên Rêveberiya Ewlekariya Konyayê, bi hinceta “endamtiya Cemaeta Gulen”in ji bo desteserkirina 8 kesan li 5 parêzgehan operasyon lidar xistin.

Di operasyonê de li parêzgehên Konya, Enqere, Bursa, Mereş û Kutahyayê yên Tirkiyê 5 kes hatin desteserkirin. Hat ragihandin ji ber ku li derveyî welêt in 3 kes nehatine desteserkirin.

5 kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Konyayê hatin birin. Piştî wergirtina îfadeyên wan 5 kes bo Dadgeha Konyayê hatin şandin.

Dadgehê 5 kes bi şertên konrola edlî û qedexeya derketina derve serbest berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst