Li Çanakkale belema koçberan binav bû: 6 koçber mirin û yek jî wenda ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ayvacikê ser bi bajarê Çanakkale yê Tirkiyê di encama binavbûna belemekê de 6 koçberan canê xwe ji dest dan. Termê koçberekî wenda ye û 15 koçber jî hatin rizgarkirin.

Li gor zanyariyan îro 24ê Îlona 2022ê li nêzîkê gundê Babakale yê navçeya Ayvacik ser bi bajarê Çanakkale, belemeke koçberan binav bûye.

Hat ragihandin ku li ser agahdarkirinê tîmên Fermandariya Ewlekariya Perevan a Çanakaleyê çûne cihê bûyerê û 15 kesên di belemê de bûne rizgar kirine.

Piştî rizgarkirina koçberan tîman li peravên navçeyê  kar û xebatên lêgerînê dan destpêkirin û termê 6 koçberan  hatin dîtin.

Li gor zanyariyan koçberek jî wenda ye û kar û xebatên lêgerînê berdewam in. Derbarê nasnameya koçberan de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.