HDP dê hevpeymanî û nexşerêyeke nû ragihîne

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û çend aliyên din ku navê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê li xwe kirine dê îro Şemiyê bi awayekî fermî hevpeymaniya xwe ya ji bo hilbijartinan rabigihînin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û çend aliyên din ên ku navê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê li xwe kirine dê bi ahengekê ragihandina hevpeymaniyê û karnameya wê îro Şemiyê 24ê Îlona 2022an li Navenda Kongreyê ya Haliçê di demjimêr 15:30an de bi beşdariya sedan alîgirên HDP û hevpeymanên wê li dar bixin.

Hevserokê HDPê Mithat Sancar ragihand, ew bi pêkanina Hevpeymaniya Ked û Azadiyê nasekinin û wê hewlên berdewam bidin ji bo berfirehkirina hevpeymaniyên zêdetir bi aliyên din re.

Hat diyarkirin ku di Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de, Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP), Partiya Kedkaran (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Encûmenên Sosyalîzmê (SMF) di hevpeymaniya bi HDP ê re ne.