Malbata Denîz Poyraz li dozgeriyê gilî tomar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dayik û bavê Denîz Poyraz, keça li avahiya HDPê ya Îzmîrê hatibû kuştin derbarê kujer û alîkarên wî û polîsan gilî tomar kirin.

Dayika Denîz Poyraz Fehime Poyraz û bavê wê Abdulillah Poyraz, îro li ser banga Serdozgeriya Îzmîrê çûne Dadgeha Îzmîrê û îfadeya xwe dan.

Malbata Denîz Poyraz, li serdozgeriyê derbarê kujer Onur Gencer, kesên ev kar pê dane kirin, kesên alîkarî kirine û polîsên ku rê dane bûyer biqewime û berpirsên îstîxbarî yên zanyarî piştguhkirinê gilî tomar kir.

Fehîme Poyraz dibêje “Bila edalet bi were cih. Em ji kujer û polîsan gilîdarin. Kujer destê xwe li ba kir û çû Denîz kuşt. Ez ji kesên ku wî elimandin û ji polîsan jî gilîdar im.”

Abdulillah Poyraz jî got “Kujer keça min kuşt. Ez heta dawiyê gilîdar im û dev jê bernadim. Polîs dizanibû dê kuştin çêbe. Destê polîs jî di nav de heye. Kujer dadikeve xwarê, polîs destê xwe davêje milê wî û jê re dibêje: `Kekê min navê te çi ye?` Ez ji wî polîsî gilîdar im. Polîs û berpirsên polîs jî ji kuştinê agahdar in.”

Denîz Poyraz di 17ê Hezîrana 2021ê li avahiya HDPê ya Îzmîrê di encama erîşeke nijadperestî de hatibû kuştin.