Li Hatayê wesayîta leşkerî wergeriya: 6 kesan canê xwe ji dest dan

24-09-2019
RÛDAW
Nîşan Hatay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Reyhanliyê ya Hatayê wesayîta leşkerî ku koçberên neyasayî tê de bûn wergeriya û di qezayê de 6 kes mirin û 2 jê leşker bi giştî 27 kes jî birîndar bûn.

Walîtiya Hatayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wesaîta leşkerî ya koçberên bêdestûr ên ji bo dersînorkirinê têde bûn li nêzîkî sînor wergeriya.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Di qezayê de 6 kes mirin û 27 kes birîndar bûne. Di nav kesên birîndar de 2 leş hene.”

Herwiha hat zanîn ku beşeke ji birîndaran leşker in.

Birîndar ji bo dermankirinê bi ambûlansan bo nexweşxaneyên Hatayê hatin veguhestin.

Derbarê derbarê bûyerê de lêpirsînê dest pê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst