Îmamoglu ji bo vekirina kursên Kurdî li Stenbolê amadekariyan dike

Şewket Herkî - Rawîn Stêrk

Enqere (Rûdaw) - Hevdîtina Serokê Şaredariya Stenbolê, Ekrem Îmamoglu bi şandeke ji "Platfoma Parastina Heqiyê" re û gotinên wî yên derbarê vekirina kursên Kurdî di rojeva Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de cihekî berfireh girtin. Piraniya Kurdan piştgiriyê didin gotinên Îmamoglu, di heman demê de tê gotin, ku eger Îmamoglu kursên Kurdî veke, ev yeke dê bibe pêngavek ku HDP û CHP jî ji hev nêzîktir bibin.

Piştî vê hevdîtîna Îmamoglu û beşek ji dercçûyîyên beşa zimanê Kurdî û gotinên Imamoglu yên di derbarê vekirina kursên Kurdî de, li Enqerê pirsek tê kirin, gelo CHP dikare kursên zimanê Kurdî veke û bi vê yekê jî xwe nêzîkî HDP û bi giştî Kurdan bike?

Endamê HDPê, Diyadin Firat di bersiva vê pirsê de ji Rûdawê re ragihand: “Belê dikare nêzîkbûnê çêke, ji ber ku di sîstema niha ya Tirkiyê de du bere hene, Tifaqa Millet û Tifaqa Gel û ji bo ku her yek ji wan aliyan serbikeve, pêwîstî bi ji sedî 51 ya dengan heye, ji ber wê siyaset jî lazime li gorî vê pêwîstiyê kar bike.”

Li navenda giştî ya CHPê li ser mijarê bêdengiyek heye, piraniya parlementeran jî naxwazin li ser babetê biaxivin. Berdevkê CHPê jî di preskonferansa xwe de li ser pirsa Rûdawê her çend bêdeng nema, lê belê bersiveke temam jî neda.

Berdevkê CHPê, Faîk Oztrak di bersiva pirsa Rûdawê ya gelo CHP dê kursên zimanê Kurdî veke, tenê vê yekê dibêje: “Ma vekirina kursan qedexe ye?”

Piştevaniya Kurdên Stenbolê ya di gel Ekrem Îmamoglu dike ku Şaredariya Stenbolê di warê çand û zimanê Kurdî de derfetên nû cîbicî bike.

Îmamoglu beriya ku bibe şaredar di hevpêyvîneke de ku bi Rûdawê re kiribû, dabû zanîn ku ewê di bernameya şaredariyê ya çand û hunerê de cîh bidin kurdî û qursên zimên jî vekin. Beriya demekê komek ji mezûnên beşên kurdî bi wî re hevdîtinek kirin. Bi wê yekê eşkere bû, ku Îmamoglu ji bo soza ku dayî amadekariyan dike û di demek nêz de qursên kurdî vedibin.

Serokê Platforma Heq, Îlyas Bûzgan jî li ser mijara vekirina kursên Kurdî ji aliyê Şaredariya Stenbolê ve, ji Rûdawê re ragihand: “Me digel birêz Ekrem Îmamoglu civînek kir lê ew yekem civîn nebû. Berê jî me digel wî û Kiliçdaroglu civînek kiribû û behsa qursên kurdî û rewdayan kiribû. Wan jî ew daxwaz di cî de dîtin û gotin em amade ne vê xizmetê bidin. Civînên me di atmosferek gelekî baş de derbas bûn. Bêyî ku em behsa problemê bikin wî bixwe got, em kursên kurdî vedikin. Em jî ji vê helwesta zelal kêfxweş bûn.”

Biryar e kursên Kurdî di bin banê ISMEKê de vebin ku ew saziyeke girêdayî şaredariyê ye. Li gor agahiyan, Îmamoglu di demên pêş de civîneke berfirehtir li dar dixe û daxwaz dike, hemû kutayîyên beşên kurdî beşdar bibin. Ji bo vebûna kursan jî amadekariyên bingehîn destpê kirine û heta demekê jî dê nexşerê bê eşkerekirin.

Kurdên ku li Stenbolê dijîn vê gavê weke gaveke derengmayî lê di cî de dinirxînin.

Îsmet Kara, welatiyekî Kurd ê Stenbolê ye ku pêşwazî li vê pêngava Şaredariya Stenbolê dike. Îsmet Kara dibêje: “Haziriyeke wan ya wisa heye. Ku vebe projeyeke baş e. Emê jî alîkariyê bikin ji bo zimanê kurdî. Gaveke baş e lê ku ne di bin bandora siyasetekê de be. Gavek baş e û em alîkairyê dikin.”

Bahattîn welatiyekî din ê Kurd e ku li Stenbolê dijî, ew jî nerîna xwe li ser hewlên ji bo vekirina kursên zimanê Kurdî wiha tîne ziman: “Ger şaredariya Stenbolê veke baş e. Tiştekî derengî maye, gereke zûdatir vekirina, em li vir 3 milyon kurd in. Ger tiştekî wisa ji me re çêkin tiştekî zaf zaf baş e. Em dixwazin biçin ma çima neçin.”

Li gor agahiyan, CHP di derbarê pirsa kurd de raporeke berfireh û radîkal amade dike. Ji bo ku êdî eşkereye tu partiyek bêyî piştevaniya kurdan li Tirkiye nikare bibe desthilat, CHP jî piştî tecrûbeya Stenbol û çend bajarên din, digel kurdan pêwendiyeke bingehîn datîne.

Her çiqasî rasterast bi partiyên kurdan re hevbendiyeke eşkere tunebe jî, CHP di polîtîkaya xwe de li rêyeke nûjenbûnê digere.