Mehdî Eker: Tezkere ne li dijî birayên me ye

Navenda Nûçeyan - Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker ku bixwe jî keseke Kurd e, di peyamekê de ji bo xelkê Başûrê Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî radgehîne bi ti awayekî reşnivîsa dirêjkirina muleta tezkereya leşkerî li dijî xelkê navçeyê nîne.

 

Parlementoya Tirkiyê ji bo gotûbêjkirin û dengdana liser dirêjkriina muleta encamdana operasyonan li derveyî sînorên Tirkiyê li ser daxwaza parlementerên AK Partiyê bi awayekî ne asayî civiya. Peşniyara hikumetê bi dengên AK Partî, CHP û MHPê hat qebûlkirin, tenê HDP li dijî dirêjkirina maweya tezkereyê derket.

 

Parlamenterê AK Partiyê Mehdî Eker di dema gotûbêjkirina li ser dirêjkirina muleta tezkereyê de gotarek pêşkêş kir û têde got, xelkê Rojhilata Navîn li ser erdnigariyeke dewlemend dijîn lê mixabin petrol û gaza sirûştî ya Rojahilata Navîn li şûna aramiyê ji wan re nexweşiyan peyda dike.

 

Mehdî Eker wiha got: “Ez weke kesekî kurdê xelkê Amedê serbilind im hemwelatiyî Komara Tirkiyê me. Peyama min a ji bo xelkê li bakurê Iraqê (mebesta wî Başûrê Kurdistanê ye) dijî û Birêz Barzanî ev e: Qet ev tezkere ne li hemberî birayên me yên li wê derê dijîne. Em 14 sedsalên bi hev re dijîn, me bi hev re civakê damezrandiye. Bêguman li vir hinek xelk din jî hene. Ereb, tirkmen, suryanî û êzidî hemî bi hev dijîn.


Divê em vê yekê baş bizanin. Li vê derê ji avakirina dewleteke serxbixwe zêdetir, destpêkirina şerekê nû tê fêmkirin. Pirsgirêk ev e. Em tiştên piştî vê pêvajoyê rû bidin pêşbînî dikin lewma em birayên xwe bi dostane hişyar dikin. Hêj dem heye bila ji giştpirsiyê vegerin. Biryara giştpirsiyê sûdê nade tê aliyan, dê tenê bibe sedema xwînrijandinê.”