Li 11 parêzgehan operasyon: 100 kes hatin girtin

24-08-2024
RÛDAW
Nîşan Operasyon Madeyên Hişbir Alî Yerlîkaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di operasyonekê li dijî bazirganên madeyên hişbir de 103 kes hatin desteserkirin.

Li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî kesên ku li ser înternetê madeyên hişbir difiroşin operasyoneke ku bi navê “Narkoçelîk-34” hat li darxistin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku navenda operasyonê bajarê Eskişehirê yê Tirkiyeyê ye.

Parêzgehên ku operasyon lê hatine kirin ev in: Eskîşehîr, Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Manêsa, Çanakkale, Hatay Riha, Osmaniye û Amed.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku hêzên ewlehiyê di operasyonê de bi ser 74 navnîşana de girtiye.

Di encama operasyonê 103 kes hatin desteserkirin û ji wan 100 kes hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst