Mevlut Çavuşoglu bi opozîsyona Sûriyê re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu bi Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Salim Muslat, Serokê Komîsyona Danûstandinan Bedir Camûs û "Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê" Abdurrahman Mistefa re civiya.

Çavuşoglu di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê da diyar kir ku ew bi serokên opozîsyona Sûriyeyê Salim Muslat, Bedir Camûs û Abdurrahman Mistefa re hevdîtinek kiriye û got, “Em di çarçoveya biryara 2254an a Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de beşdariya opozîsyonê ya di pêvajoya siyasî da teqdîr dikin û piştgiriyê didin.”

Biryara 2254

Biryara 2254 ku di Kanûna 2015an de bi yekdengî ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat pesendkirin, agirbesteke awarte li seranserî Sûriyê û destpêkirina danûstandinên siyasî destnîşan dike û daxwaz dike ku di nava du salan de "hikûmeteke yekrêz" bê avakirin û piştî wê jî hilbijartin bên kirin.