Li dijî plana kuştina parlamanterê HDPê ji 424 nivîskar û akademîsyenan bang

Hewlêr (Rûdaw) - 424 nivîskar, rojnamevan û akademîsyenan bang li dewlet, siyaset û desthilatê kirin ku derbarê plana kuştina parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan de dijî dewleta tarî û mafyayan helwestê werbigrin.

Parêzerê berê yê Alaattin Çakici yê mafya, Mehmet Sinan Ince îdia kiribû ku serbazê taybet ê xanenîşîn Levent Goktaş sala 2016an li Parlamentoya Tirkiyê plana kuştina Garo Paylan kiriye.

424 nivîskar, rojnamevan û akademîsyenan li ser îdiayên Mehmet Sinan Ince, daxuyaniyeke bi navê “Em li dijî plankerên kuştinan dest bi tevgerê bikin” belav kirin û bang li dewlet, siyaset û desthilatê kirin

Di daxuyaniyê de hatiye nivîsandin:

“Hebûna çete û mafyayan di nav dewletê de gihişte wê astê ku êdî nayê veşartin. Herî dawî plana kuştina Parlamenter Garo Paylan di nav parlamentoyê de ya berpirsyarê kuştina Hablemitoglu, Levent Goktaş di rojevê de ye. Kesê ku ev eşkere kir, piştre gef li Garo Paylan ku li dozgeriyê gilî tomar kir xwar û got: `Tu du caran ketî pêşiya me, eger me bixwesta me dikir.`

Endamên çeteyekê dibêjin wan du caran parlamenter şopandiye û ji ber nebe qehreman me ew nekuştiye û derbarê wan de lêpirsîn jî nayê vekirin û serbest digerin. Em bang li desthilata siyasî, hemû saziyên siyasetê û Tirkiyê dikin li dijî dewleta tarî û hêzên mafyayî dest bi tevgerê bikin.

Ev kesên ku bêtirs dikarin gefê li hemû kesan bixwin û ceza wernagrin bi rewşa siyasî ya heyî bawer dikin. Divê ev rewş demildest bê guhertin.

Ji bo ev rewşa tarî û lihevketî nemîne em bang li raya giştî, hemû hêzên opozîsyonê, partî, saziyên medyayê, saziyên sivîl, aktivîst û sendîkayan dikin ku bûyeran bişopînin û helwestê werbigrin û bang li desthilata siyasî jî dikin ku berpirsiyariyê werbigrin.”