Tirkiye: 'Navenda Operasyonên Hevbeş' dest bi kar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, ragihand ku ‘navenda  operasyonên hevbeş’ dest bi kar kir.


Hulusî Akar, li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê, di dema serdana xwe ya bo Fermandariya Artêşê ya Egeyê de derbarê ‘Navçeya Aram’ û rewşa Idlibê û geşedanên din ên li herêmê de axivî.


Akar peywendiya telefonî ya li gel Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper bibîr xist û got ku di wê peywedniyê de wan li ser destpêkirina qonaxa yekem a ‘Navçeya Aram’ li hev kiribûn.


Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê diyar kir ku ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ a Amerîkayê û Tirkiyê bi kapasîteya tam dest bi kar kiriye.


Akar ragihand ku fermandariya vê navendê ji aliyê du generalên amerîkî û tirk ve tê birêvebirin û diyar kir, “Li ser qadê jî xebatan dest pê kiriye. Di vê çarçovê de 14ê Tebaxê yekem firokeya bêfirokevan erka xwe pêk anî. Yekem erka hevbeş a helîkopterê jî îro piştî nîvro tê encamdan.” Akar diyar kir ku dest bi jinavbirina binkeyên li wê deverê jî hatine kirin.

 

Hulusî Akar derbarê pêşveçûna Artêşa Sûriyê li Idlibê got ku encamdana operasyonan ji aliyê rejîma Sûriyê ve li wê deverê binpêkirina rêkeftinan e û diyar kir, “Rejîm sînorên, devera ‘Kêmkirina Aloziyan’ binpê dike. Tevî hemû hişyariyên me yên li cem Rûsyayê, rejîma Sûriyê operasyonên xwe berdewam dike. Xalên me yên çavdêriyê bêyî kêmasî erka xwe pêk tînin. Eger êrişek li dijî xalên me yên çavdêriyê pêk bê, em dê mafê xwe yê parastinê bikar bînin.” Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê dibeje, “Rejîma Sûriyê ya bi piştevaniya Rûsyayê, rêkeftinan binpê dike û wan deveran dagir dike.”


Artêşa Tirkiyê bi navê ‘Pençe 3’ operasyoneke nû li hemberî PKKê li devera Heftanîn ku dikeve nav xaka Başûrê Kurdistanê, daye destpêkirin. Hulusî Akar derbarê vê yekê de jî aşkere kir ku ew hemû cûre çekên giran û top û firokeyan li wê deverê bikar tînin û got, “Operasyon, weke hatiye plankirin, bi serkeftî berdewam dike.”


Tirkiye û Amerîkayê roja 7ê vê mehê ragihandin ku di encama danûstandinên rayedarên leşkerî yên herdu welatan de, herdu alî bi hev re li ser “avakirina navçeya aram bi hev re” û “damezrandina navendeke hevbeş bo hevahengî û birêvebirina karên damezrandina navçeya aram” li ser axa Rojavayê Kurdistanê li hev kirine. Di çarova pêkanîna ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ şandeke serbazî ya Amerîkayê çûbû Tirkiyê û piştre derbasî Rihaya Bakûrê Kurdistanê bûbû û li ser sînorê Rojava lêkolîn encam dabûn.


Di vê çarçovê de Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) duh ragihandibû ku Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) dest bi rûxandina beşek ji binkeyên serbazî yên li wê deverê kirine. Li gor rêkeftina herdû aliyan ku heta niha jî hûrgiliyên fermî zelal nebûne, hêzên HSDê dê ji wê deverê li gel çekên giran derbikevin.