Demirtaş: Rewşenbîr çima forumên hêviyê saz nakin?

Navenda Nûçeyan –  Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku niha girtî ye, ji rewşenbîran re pêşniyar kir "forumên hêviyê" saz bikin.

 

Nivîskar Ayşegul Tozeren, Vivet Kanetti, Belma Firat û Parêzer Cîhat Duman û Bilal Altan, li Girtîgeha Edirneyê serdana Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş kirin.

 

Di hevdîtinê de Demirtaş ji rewşenbîran re pêşniyar kir ku komcivînên hêviyê saz bikin.

 

Derbarê serdanê de Ayşegul Tozeren li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: "Em ligel Vivet Kanetti, Belma Firat, Cîhat Duman û Bilal Altan bihev re çûn Girtîgeha Edirne. Cihat Duman û Selahattin Demirtaş hevdû dîtin. Demirtaş di hevdîtinê de, pirsî bû "Çima rewşenbîr komcivînên hêviyê saznakin.”