Jeo Biden gihîşt Tirkiyê

Navenda Nûçeyan - Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden gihîşt Tirkiyê.


Firokeya Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden tê de gihîşt firokxaneya Esenboga ya Navdewletiya Enqerê.


Li gor agahiyan Jeo Biden li Enqereyê pêşî dê serdana Parlamentoya Tirkiy bike ku ji aliyê derbekaran ve hatibû bombekirin.


Piştî serdana parlamentoyê dê bi Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim re hevdîtinekê bike û li gorî pêşbîniyan saet li derdora 14.00an dê civîneke çapemenî ya hevpar li dar bixin.


Herwiha hat gotin Biden dê herî dawî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.


Hêjayê gotineyê Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwendineke fermî ya Serok Komarê Tirkiye, ligel şandekî serdana Tirkiye kir û hêj li wî welatî ye.