Hilbijartin tê dubarekirin

24-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan biryara dubarakirina hilbijartinên giştî yên Tirkyeyê da.

 

Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê vê êvarê saet 17.50yê pêşwazî li Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Îsmet Yilmaz kir. Piştî hevdîtina ji çapmeniyê re girtî Erdogan biryara dubarekirina hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê da.

 

Serokomariya Tirkiyeyê derbarê civîna Erdogan Û Yilmaz de daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniya serokomeriyê de hat diyar kirin, Recep Tayyip Erdogan û Îsmet Yilmaz şêwirin û piştre Erdogan di çarçoveya madeyên makezagonê 104emîn 116mînê de raya bikar anî û biryara dubarekirina hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê da.

 

Biryar rojnameya fermî ya Tirkiyeyê de hat weşandin.

 

Tê pêşbînîkirin Erdogan sibe saet 11.00yê li gel Serokê AK Partiyê yê Giştî û Serokwezîrê Demkî Ahmet Davutoglu bicive.

 

Li gorî vê biryarê Erdogan dê parlamentereke ji bo avakirina hikûmeta hilbijartinê erkdar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst