Parlamenterê HDPê: Tifaqî dê bidome

24-08-2015
Cesim İlhan
Mithat Sancar
Mithat Sancar
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Mithat Sancar dibêje, tifaqiya di hiljartina 7ê Hezîranê de pêkanîn dê bidome.

 

Parlamenterê HDPê Mithat Sancar ji Rûdawê re diyar kir AK Partî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji ber ku ji encamên hilbijartina 7ê Hezîranê nerazî bûn, dê hilbijartina pêşwext were kirin.

 

Mithat Sancar anî ziman danûstandinên çêkirina hikûmeteke hevpeymanî ji aliyê Recep Tayyip Erdogan ve hat asteng kirin û rê neda AK Partî ligel CHPê hikûmeta hevpeymanê ava bike.

 

Sanacr amaje kir ku Tirkiye ber bi hilbijartineke pêşwext ve diçe û niha ew dikarin bêjin ku ev hilbijartin êdî tekez bû û hemû alî xwe ji bo hilbijartinê amade dike. Sancae herwiha got, di hilbijartina pêşwex de jî “tifaqiya hilbijartinê ya Kurdistanê” dê berdewam bike.

 

Parlamenterê HDPê derbarê pêwendiyên di navbera HDP û KCKê de wiha got: “Dibe ku alîgirên wan heman kes bin, lê herdu alî ne heman rêxistinên. Herwiha HDPê ne şaxake KCKê ye. Tiştên ku KCKê dibêje divê bi me ve neyê girêdan.”

 

Herwiha Mithat Sancar îdia kir ku stratejiya AK Partî û Erdogan ew e ku dengên nijadperestan bidest bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst