Parlamenterê AK Partiyê bi kulman êrişî parlamenterê DEM Partiyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parlamentoya Tirkiyeyê piştî gotinên parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ku got “AK Partî diziyê dike” alozî derket û parlamenterê AK Partiyê Adîl Karaîsmaîloglu bi kulman êrişî Bozan kir.

Parlamenterê Mersinê yê DEM Partiyê Ali Bozan îro li parlamentoya Tirkiyeyê li ser bacê û mûçeyên kedkar û xanenîşînan axivî.

Bozan di axaftina xwe de got:

“Mijara me bac e. Baca ku li kedkar û xanenîşînan hatiye barkirin biborin bacên ku ji berika wan hatiye dizîn.

Em bêjin hun karkerin, kedkar in. Hun çûn û we mûçeyê xwe ji bankê wergirt. Piştre kesek hat mûçeyê we dizî. Beşek wê ya zêde dizî.

Eger tiştekî wiha bibe hûn dê çi bikin? Destpêkê hûnê hewar bikin. Hunê bêjin diz heye û hun dê dozê lê vekin.

Ev tiştê ku ez dibêjim Saziya Amaran a Tirkiye -TUIK bi saya AKPê her meh dike. Li ser navê wan karkeran dixwazim bêjim diz heye û AKP diziyê dike.”

Li ser van gotinên Bozan parlamenterê Trabzonê yê AK Partiyê Adîl Karaismailoglu got “bê edep” û di navbera her du parlamenteran de nîqaş derket.

Piştî wê Karaismailoglu bi kulman êrişî Bozan kir.

Piştî vê aloziyê navber bo rûniştina giştî ya parlamentoyê hat dayîn.