OPERASYONÊN TIRKIYEYÊ – ‘Vê carê leşkerên Tirkiyeyê li wir bi cih bûne’

Enqere (Rûdaw) - Operasyonên Artêşa Tirkiyeyê li Başurê Kurdistanê berdewam dikin.

Li Tirkiyeyê jî operasyon bi şêweyekî rûtin dibin mijara medyayê.

Di nav mixalefeta li Parlementoyê de jî ji bilî DEM Partiyê, partiyên din piştgiriya operasyonan dikin.

Li parlementoya Tirkiyeyê di serî de CHP û beşek partiyên din ên mixalefetê operasyonên artêşa Tirkiyeyê wekî mijareke ewlehiya niştimanî dibînin û piştigiriya wan operasyonan dikin.

Li gorî wan partiyan operasyon tenê bi armanca têkbirina PKKyê têne encamdan.

Parlementerê Partiya Saadetê yê Stenbolê û Alikarê Serokê Giştî  Mustafa Kaya got:

“Xala sereke ku pêwîst e hemû kes li ser hişyar be, yekparçeyîya axa Îraq û Suriyeyê ye.

Di van salên dawî de danûstineke diplomatîk jî di navbera Tirkiye û Îraqê de heye û herî dawî Îraqê PKK wekî rêkxistineke qedexe bi nav kir ev jî dide xuyakirin ku Îraq jî li dijî PKKyê ye.”

Li ser operasyonên artêşê yekdengiyek heye

Di nav medyaya nêzîkî hikûmet û mixalefetê de jî tevî hemû nakokî û cudahiyên heyî li ser operasyonên artêşê yekdengiyek heye.

Hem li parlemontoyê hem jî li dervey parlemtoyê aliyê ku herî zêde li dijî operasyonan nerazîbûna xwe nîşan dide DEM Partî ye.

DEM Partî hewlên artêşa Tirkiyeyê wekî dagirkirina Başurê Kurdistanê dibîne.

“Vê carê leşkerên Tirkiyeyê li wir bi cih bûne”

Parlementerê DEM Partiyê Mehmet Ruştî Tiryakî got:

“Heta niha di van operasyonan de eger 100 hezar leşker jî beşdarî operasyonan biban, diçûn operasyonê û careke din vedigeriyan.

Lê vê carê leşkerên Tirkiyeyê li wir êdî bi cih bûne. Êdî li wê derê qereqol û rêyan çêdikin.

Li çiyayan jî li deştan û li derdora gundan li herêmeke fireh bi hezaran leşker êdî hatine bicihkirin.  

Herî dawi di encama hewlên diplomatîk ên Tirkiyeyê de Emîndariya Giştî ya Encumena Wezîran a Îraqê daxwaz ji ofîsên xwe kiriye ku di nameyên xwe de PKKyê wekî rêxistineke “qedexe” bi nav bike.