Strana 'Ez bimirim Tirkiyeya min' wekî şkence bi ciwanên Kurd dan guhdarîkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê polîsan wekî rêbazeke şkenceyê strana nijadperest a “Olurum Tirkiyem / Ez bimirim Tirkiyeya min” bi 9 ciwanên Kurd dane guhdarîkirin ku ji bo wan biryara girtinê hatibû dayîn.

9 ciwanên Kurd çend roj berê li parêzgeha Mêrsînê li peravên Deryay Spî govend gerandibûn û ligel strana “Gerîla” dirûşmên “Bijî Serok Apo” bilind kiribûn.

Piştî ku dîmenên ciwanan li ser medyaya civakî hatin belavkirin Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê derbarê ciwanên Kurd de lêpirsîn dabû destpêkirin.

Di encamî de 22yê Tîrmehê 2024an bi biryara Dadgeha Mêrsînê 9 ciwanên Kurd hatibûn girtin û ew şandibûn girtîgehê hatibûn.

Dîmenên wan ciwanên Kurd ên dema bi mînîbusa polîsan dibirin girtîgehê li ser medya civakî hatin belavkirin.

Di dîmenan de tê dîtin ku polîs wekî îşkenceyê bi di mînîbusê de strana “Olurum Tirkiyem / Ez bimirim Tirkiyeya min”  lê didin û ciwanên Kurd aciz dikin.

Di dîmenan de diyar dibe ku morala ciwanên Kurd gelekî xirab e û ji rewşa xwe aciz in.

Stran ji Kurdî hatiye dizîn

Strana “Olurum Tirkiyem” strana herî navdar a faşîstên Tirk e.

Ew stran ji strana hunermendên Koma Dengê Qamişloyê ya bi navê “Dayê” hatiye dizîn.

Hunermendên Koma Dengê Qamişlo, strana “Dayê” sala 1986an belav kiribû û di sala 1991an de ji aliyê hunermendê faşîst ê Tirk Mustafa Yildizdogan ve bi navê “Olurum Turkiyem” bi Tirkî hatibû belavkirin.

Mustafa Yildizdogan sala 2017an li ser mijarê ji medyayê re axivî û qebûl ku mûzîka stranê ne ya wî ye.