Li nav Deryaya Egeyê 196 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmirê ya Tirkiyeyê, di nav Deryaya Egeyê de 196 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Li gor daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, li navçeyên Urla, Dîkîlî û Seferîhisarê li nav Deryaya Egeyê di nav 6 belemên plastîk de 55 jê zarok 174 koçber hatin desteserkirin.

Herwiha li navçeya Foçayê jî 4 jê zarok 22 koçberên ku dixwestin bi rêya Deryaya Egeyê derbasî Yunanistanê bibin hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê 196 koçberên hatibûn desteserkirin piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmirê kir.