Îfadeya êrîşkarê HUDAPARê derkete holê: Dibe ku ser bi rêxistinekê ve be

Hewlêr (Rûdaw) - Kesê 72 salî yê ku bi kêrê êrîşî Serokê rêxistina HUDAPARê ya Edeneyê Salih Demir û Sekreterê rêxistina HUDAPARê ya Edeneyê Sacit Pişgin kir di îfadeya xwe de gotiye, “Xeber ji min re hat û min jî êrîş kir.”

Li Serokatiya Şaxa Edeneyê ya HUDAPARê ya taxa Turkocagi ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê kesekî bi navê A.S. yê 72 salî bi kêrê êrîşî Salih Demir û Sacit Pişgin kir. Di êrîşa roja Şemiyê de Sacit Pişgin canê xwe ji dest da, Salih Demir jî bi giranî birîndar bû.

Tevî ku heta niha sedema êrîşê nehatiye zelalkirin jî, hat destnîşankirin ku “Êrîş ji aliyê bazirganên madeyên hişbir ve hatiye kirin.”

Serokê Giştî yê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu li Edeneyê li ser êrîşê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Li kê tê kirin bila bê kirin, êrîşeke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Ji bo ku ev êrîş berdewam nebin divê her kes bi erka xwe rabe. Belê, dibe ku niha bi awayekî fizîkî dixwazin me ji holê rakin û me neçar dikin hevalên me bêne binax bikin lê wek ku rehmetî Aliye Îzzetbegovic gotiye, “Dibe ku nizanibin ku em tov in. Ez dixwazim vê peyamê bidim kesên ku hewl didin me bidin rawestandin. Hûn bêwate hewl didin. Înşallah Hûn dê ne bikaribin me ji xeleka rewa derxin, ne jî çavên me bitirsînin û ne jî me ji xizmetên me dûr bixin. Ev qet ne mumkin e.”

Li aliyê din A.S yê 72 salî ku bi kêrê êrîş kiribû, piştî ku îfade da polîsan ji bo dadgehê hat şandin û li wir jî biryara girtina wî hat dayîn.”

Li gor nûçeya Yeni Şafakê tevî ku “bi ti rêxistinan re têkiliya wî nîne” A.S di îfadeya ku daye polîsan de gotiye, “Xeber ji min re hat û min jî êrîş kir.”

Li aliyê din cenazeyê Sacit Pişgin ê ku di êrîşê de canê xwe ji dest da li Edenê hate veşartin.

Serokê Giştî yê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu, Parlamenterê AK Partiyê yê Edeneyê û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Mehmet Saglam, Parêzgarê Edeneyê Suleyman Elban û welatî beşdarî merasîma cenazeyê bûn.