ÎHD: Di sala 2021an de 323 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin

24-07-2022
RÛDAW
Nîşan Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê (ÎHD) di raporeke xwe de ragihand ku di sala 2021an de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 323 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 118 jin jî bi aweyekî bi guman cane xwe ji dest dane. Li gor raporê 12 hezar û 500 jin û 345 zarok di girtîgehan de ne.

Komîsyona Jinê ya Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê duh 23ê Tîrmehê 2022ê li oteleke parêzgeha Enqerê ya Tirkiye, di civîneke çapemeniyê de rapora xwe ya bi navê “Rapora Jinê ya Sala 2021ê” belav kir.

Hejmarek berpirs û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan beşdarî civîna çapemeniyê bûn û Hevseroka Komeleyê Eren Keskîn derbarê rewşa jinan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û tundûtîjî û binpêkirinên li beramber wan tên kirin gotarek pêşkêş kir.

Eren Keskîn bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê ku Tirkiye bi biryara serokkomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan jê vekişiyabû ku ew peyman taybet e bi parastina mafên jinan. Eren Keskîn got, “Peymana Stenbolê ji ber li Stenbolê hatibû îmzekirin û Tirkiye yekem welat bû ku ew peyman îmze kiriye navê wê bibû Peymana Stenbolê. Çi tiştekî ecêb e ne wiha? Ev nîşana wê yekê ye ku pratîka desthilatê çawa guheriye. Ji ber peymaneke di serdema vê desthilatê (AKP) de hatiye îmzekirin û ji Parlamentoyê derbas bûye, careke din ji aliyê vê desthilatê ve bi îmzeya yek kesî jê hat vekişîn.”

Bi vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara jinên ji aliyê mêran ve tên kuştin zêde dibe. Li gor amarên Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin tenê di Hezîrana îsal de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Herwiha 22 jin jî bi aweyekî bi guman canê xwe ji dest dane.

Li gor raporê di sala 2021an de herî kêm 323 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. 118 bi aweyekî bi guman canê xwe ji dest dane û 775 jin jî rûbirûyê karkeriyê seksê hatine hiştin. Hezar û 19 jin rûbirûyî destdirêjiya seksî û gefan bûne. Hêzên ewlekariya Tirkiyê midaxeleya 22 çalakiyên jin û LGBT+ yên aştiyane kirine. Herwiha 8 civîn û çalakî asteng kirine û di wan çalakiyan de 191 kes hatine desteserkirin û herî kêm 4 kes birîndar bûne.

Li gor amarên Komeleya Mafên Mirovan di sala 2021ê de rêjeya bêkariyê di nav jinan de ji sedî 136.6 e û 13.3 milyon jin ji ber karê male dikin nikarin karekî din bikin. Herwiha ji 10 jinên ku kar dikin 3 ji wan ji derveyî tomarkirinên dewletê bê sîgorta kar dikin û mêr di kar de bi rêjeya ji sedî 27 zêdetir dahatê bidestdixin.

Li gor rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê ya sala 2021ê jî 10 hezar û 522 jê hikumkurî bi giştî 12 hezar û 500 jin li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê girtî ne. Li gel van jinan 345 zarok jî ku temênê wan di navbera 0-6ê salî de ye di girtîgehan de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst