Li Edîrneyê 215 koçberên Efxan tên deportkirin

24-07-2022
RÛDAW
Nîşan Edîrne Vegerandina Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navenda Koçberan a li bajarê Edîrne ya Tirkiyê 215 koçberên Efxan ku biryar e bo welatên xwe bên deportkirin bo Stenbolê hatin şandin.

Îro Yekşemê 24ê Tîrmehê 2022an 215 koçberên Efxan ku bi awayekî neqanûnî çûbûn Tirkiyê û biryara deportkirina wan hatiye dayîn, ji Navenda Paşdevegerandina Koçberan a li bajarê Edîrneyê bi otubusekê bo Stenbolê hatin şandin.

Hat diyarkirin koçberên Efxan dê piştre ji Stenbolê bi firokeyê bo welatên xwe bêne şandin.

Li gor amarên Îdareya Koçê ya Tirkiye di Hezîrana îsal de 17 hezar koçber û îsal bi giştî jî 54 hezar û 475 koçber ji Tirkiye hatine deportkirin.

Ji tevahiya wan 54 hezar û 475 koçberên hatine deportkirin 23 hezar û 416 ji wan koçberên Efxan in.

Serokayetiya Îdareya Koçê ya Tirkiye ragihandiye di 6 mehên destpêkê yên îsal de jî rê li  hatina 177 hezar koçberan  hatiye girtin ku bên bo nav wî welatî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst