Bekir Bozdag bû berdevkê nû yê hikûmeta Tirkiyê

Navenda Nûçeyan – Berdevkê nû yê hikûmeta Tirkiyê hat diyarkirin.

 

Piştî guhertin û nûkirina kabîneya hikûmetê, îro duşembî 24ê Tîrmeha 2017ê berdevkê nû yê hikûmeta Tirkiyê jî hat destnîşankirin.

 

Li gorî medyayên Tirkiyê, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag weke berdevkê nû yê kabîneya Binalî Yildirim hat diyarkirin.

 

Destnîşankirina Bekir Bozdag di civîna îro ya encumena wezîran a Tirkiyê de biryar li ser hatiye dan.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim roja 19ê Tîrmeha îsal piştî hevdîtina bi serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan re, kabîneya nû ya hikûmeta xwe aşkere kiribû.

 

Yidirim herwiha piştî heman hevdîtinê dabû xuyakirin, ku Bekir Bozdag û Fikrî Işik jî weke cîgirên wî dê dest bi kar bibin.